Meclîsa Leşkerî a Girê Spî: Dewleta Tirk sivîlan dike armanc

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta tirk sivîlan dike hedef. Meclîsê diyar kir ku her çendî Rûsya û hikûmeta Şamê li hember êrîşan bêdeng bin jî êwê gelên herêmê biparêzin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li ser rêya M4 û aliyên bakurê bajarokê Eyn Îsayê topbaran kirin û di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.

Îro Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê berxwedana şervanên ku rê li pêşiya bi dehan çeteyan girt, silav kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef diyar kir ku dewleta Tirk bi awayeke zanebûn sivîla dike armanc. Ji bo wî jî , şênî ji bajarok derketin û piraniya malbatan li çolê man

Meclisa leşkerî di daxuyaniyê de bêdengiya Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê şermezar kir û piştrast kir ku QSD şer naxwaze, lê ew ê li hember êrîşan xwe biparêzin.

Back to top button