Çeteyên Tirkiyê bi navbeynkariya Rûsyayê cenazeyên xwe girtin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dih êrîşî gundê Mielek ê Eyn Îsa kirin. Şervanên QSD’ê jî bersiva van êrîşan dan û derbek mezin li dagirkeran dan. Dagirkeran bi dehan cenazeyên xwe ji paş xwe hiştin û reviyan. Dagirkeran paşê bi navbeynkariya Rûsyayê hatin cenazeyên xwe birin.

Dewleta Tirk a dagirker 24’ê vê mehê êrîşî gûndê Mielek ê Eyn Îsayê kir.

Di encama êrişê de, di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer û pevçûnên dijwar rû dan.

Şervanên QSD`ê çete û leşkerên Tirk dorpêç kirin û li gundê Mielek ê bakurê Eyn Îsayê 18 çete û leşkerên dagirkeriya Tirk kuştin.

Cenazeyên çete û leşkerên Tirk ku di destê şervanên QSD`ê de bûn, bi navbeynkariya Rûsyayê radestî dewleta Tirk a dagirker hatin kirin.

Weke ku di dîmenan de tê dîtîn ev seyare ya çeteyan e, çete termên çeteyên ku hatine kuştin davêjin dawiya erebê û ji qadê direvînin.

Back to top button