Şêniyên Eyn Îsa bang li Rusya kir ku li hember êrîşan bêdeng nemîne

Îro pêkhateyên Kurd û Ereb ên navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê bi xwepêşandaneke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li Rusya û civaka navneteweyî kir ku li hember êrîşan bêdeng nemînin û êrîşa rawestînin.

Ev demeke dirêje dewleta Tirk a dagirke êrîşên xwe li ser Eyn Îsayê zêdetir kirine. Hêzên qaşo garantor wek Rûsya jî li hember van êrîşan bêdengin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê û bêdengiya hêzên garantor îro bi sedan şêniyên Eyn Îsa daketin qadan û êrîş şermezar kirin.

Yên ku herî zêde ji êrîşan tedeyî dibînin jinin. Taybet jî jinên heremê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi hêrsin û bang li Rûsyayê kirin ku li hember êrîşan bêdeng nemîne bi Erka xwe rabe. Jinan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi êrîşan wan bide koçberkirin, lê ewê axa xwe bernedin.

Piştî ku xwepêşandan bi dawî bû, şandeyek ji rûspiyên herêmê ku nûnertiya civaka Eyn Îsayê û kantona Girê Spî dikin, berê xwe da baregeha Rûsyayê da ku ji wan bixwazin ku sozên xwe yên rawestandina êrişên dagirkeran li dijî herêmê wan, pêk bînin.

Back to top button