Li Sêrtê leşkereke dewleta dagirker hate kuştin

Gerîla li navçeya Berwarî ya bajarê Sêrtê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidarxisitn û di encam de herî kêm dagirkerek hate kuştin.

Gerîla li bakurê Kurdistanê piştî hilbijartin bi dawî bû dest bi çalakiyên xwe kir

Doh gerîla li devera gundê Osiyan yê bi ser navçeya Berweriya Sêrtê wesayîteke zirxî ya leşkerî dema bi rê ve diçû, li dijî wê çalakiyek sabotajê pêk anî.

Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate teqandin û di encamê de derket holê ku herî kêm leşkerek hate kuştin.

Ragihandina dewleta tirk a dagirker diyar kir ku çawişê pispor ê bi navê Aydin Ceylan hatiye kuştin.

Derket holê ku leşkerê ku hatiy kuştin di dagirkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê de jî cih girtiye.

Piştî teqînê leşkerên dagirker li herêma navborî operasyon dane destpêkirin û heta niha didome.

“Fermandarê tîma xencer Kontra Mûstafa Erdem hate cezakirin”

Back to top button