Gulan Fehîm: Dagirkeriya Tirk timî hewldaye Kurdan bêparastin bihêlin

Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm li ser siyaseta bêçekkirina hêzên Kurdî axivî. Gulan Fehîm da zanîn ku Siyaseta bêçekkirinê, siyaseta bê parastin hiştina Kurdan e, li dijî vê yekê KODAR li ser yekgirtina gelên Îranê kar dike.

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad ya Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm têkildarî lihevkirina dewleta Iraq û Îranê ya ji bo bêçekkirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin axivî.

Gulan Fehîm siyaseta bêçekkirinê ya ji aliyê dewletên dagirker yên Kurdistanê û hinek hêzên noker yên Kurd weke siyaseta bêparastin hiştina Kurdan nirxand û got:

“Dewleta Tik li ser esasê tasfiyekirina gelê Kurd, her hewl dide welatên herêmê li gel xwe bigire û li dijî têkoşîna azadiya Kurd bide şer kirin.

Bi bahaneya şerê dijî PKK’ê êrişê parçeyên Kurdistanê kiriye û li her derê ketiye nava êrişê.

Heya beriya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber nakokiyên navbera herdu aliyan de, ew ferzkirinên dewleta Tirk pêknedihat.

Lê piştî xwepêşanandan wisa xuyaye ku hinek lihevkirin navbera herdu dewletan de çêbûye.”

Gulan Fehîm: Siyaseta bêçekkirinê, siyaseta bê parastin hiştina Kurdan e

Gulan da zanîn ku Îran gaza xwe ya xwezayî li ser Tirkiyê re derbasê Ewropa dike û li beramber wê jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bikeve tevgerê û wiha anî ziman:

“Li beramber hinardekirina gaza xwezayî, dijbertiya Tevgera Kurd.

Dewleta Îranê yekser li hêzên din yên Rojhilat dide, bi rêya dewleta Tirk jî li tevgera me û PJAK’ê dide.

Li aliyekî bêçekkirinê li aliyek jî girtina sînoran xistine rojevê.

Dagirker timî hewldane Kurdan bêparastin bihêlin, ti gelek bê parastin nikare bijî.”

Gulan Fehîm: KODAR li ser yekgirtina gelên Îranê kar dike

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad ya Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm li ser helwestên hêzên Kurdî ya li ber êriş û şerên taybet ên li ser gelê Kurd ev yek got:

“Ji bo tinekirina êrişan, pêwîste hêzên Kurdî bi têkoşîneke hevpar heye.

Niha jî hewildanê me ev e ku em Îranek demokratîk û Kurdistanek azad pêş bixînin.

Li ser vê esasê jî em amadene bi hemû hêzên demokratîk, azadîxwaz, hêzên çep û hêzên şoreşger re bêne gel hev û bi rêya eniyek demokartîk xebat û têkoşîn bikin.”

Back to top button