Selman Gozelyuz: Di çapemeniya azad de berdewamî esas e

Rojnamevan Selman Gozelyuz ku ji girtîgehê derket got:
Êrişên li hember rojnamevanên li pey heqîqetê didomin.
Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e”.

Li Tirkiyê zexta li ser rojnamegeriya azad ji dema Osmaniyan û vir ve wekî kevneşopiyeke berdewam dike.

Li Tirkiyê di lîsteya Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas de,

Di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye.

Li gorî rapora dawî ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG):

77 rojnamevan ji ber rojnamevaniya xwe girtî ne.

Yên herî zêde bandorê ji polîtîkayên desthilata AKP’ê dibin jî rojnamevanên Çapemeniya Azad in.

Di meha dawî de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû,

Ji Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Gok,

Sedat Yilmaz û Mehmet Şah Orûç, ji JINNEWS’ê Berîtan Canozer,

Rojnamevan Mîkaîl Barût û Remzî Kaya hatin girtin.

Rojnamevan Selman Guzelyuz ku hat berdan axivî û got:

“Zextên li hemberî Çapemeniya Azad perçeyeke ji êrişên li hemberî gelê kurd in.

Em wekî Çapemeniya Azad rojnamevaniya gel dikin.

Em ê ji ber zextan paş de gav neavêjin.

Li ku nûçeyeke rast hebe, em ê wê ragihînin.”

Selman diyar kir ku çi dibe bila bibe di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e.

Êrişên li hemberî kurdan bandorê li tevahiya civakê dikin.

Çapemeniya Azad xwe dispêre kevneşopiyeke berxwedanê.

Li ber van êrişan paş de gav neavêt û her çû mezin bû.

Li Bedlîs 8 kes hatin binçavkirin

Back to top button