Rûsya: Di salekê de, 154 zarokên Rûsî ji Sûriye û Iraqê vegeriyane welat

Rûsyayê, ragihand ku di salekê de154 zarokên Rûsî ji Sûriye û Iraqê vegereandin welatê wan.

Belçîkayê jî ragihand ku difikirin 42 zarokên malbatên DAIŞ’ê, ji Kampa Holê ya li bakur rojhilatê Sûrî werbigire.

Nûnera Mavên Zarok a Rûsyayê, Anna Kuznetsova, di kongreyeke ku îro li Viennayê pêk hat, axivî.

Anna Kuznetsova, eşkere kir ku beriya çend rojan 26 zarokên Rûsî ji Sûriyê vegereandine welatê wan û di nava salekê de jî 156 zarok ji qadên şer li Sûriye û Iraqêî vegeriyandine Rûsyayê.

ZAROKÊN DI NAVA DAIŞ’Ê DE
BELÇÎKA DIXWAZE 42 ZAROKÊN XWE WERBIGIRE

Her wiha Wezîrê derve yê Belçîkayê Philip Govan ragihand ku, difikirin 42 zarokên malbatên DAIŞê, ji Kampa Holê ya li bakur rojhilatê Sûrî werbigire.

Govan bi bîr xist, ew ê dosyaya zarokan li pêşberî Konseya Ewlekariyê û her wiha di civîna Munichê de jî nîqaş bikin.

Lê Wezîrê Belçîkî diyar kir ku “ji bo wergirtina zarokan astengiyek heye, ew jî, Rêveberiya Xweser zarokan bêyî dayîkên wan radest nake.

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN BIYANÎ
ENDONEZIYA RAGIHAND KU EW Ê WELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î WERNEGIRE

Li aliyê din jî, Hikûmeta Endonezyayê ragihand ku wê 689 hemwelatiyên xwe yên çûne Sûriyê û hin welatên din ên Rojhilata Navîn û tevlî DAIŞ’ê bûne, werngere.

Back to top button