Rûsya û Îtalyayê li ser çareseriya li Lîbyayê, teqez kirin

Rûsya û Îtalyayê li ser xebatên xwe yên hevbeş ji bo çareseriya li Lîbyayê, teqez kirin.

Li gorî Kremlina Rûsyayê, serokê Rûsyayê, Vladimir Putin û serokwezîrê Îtalyayê, Giuseppe Conte, bi riya telefonê li ser rewşa Lîbyayê axivîn.

Herdu aliyan li ser pêkanîna biryarên ku li Kongreya Berlînê hatibûn girtin, teqez kirin.

Herdu aliyan ji bo çareserkirina rewşa li Lîbyayê, girîngiya berdewama xebatên xwe yên hevbeş, destnîşan kirin.

ALOZIYA LÎBYAYÊ
AMERÎKA: EM PIŞTGIRIYÊ NADIN TIRKIYÊ LI SER TIŞTA KU LI LÎBYAYÊ DIKE

Li aliyeke din jî, alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn, David Schenker, li ser destwerdana Tirkyê li Lîbyayê axivî.

David Schenker got:

“Em piştgirê nadin Tirkiyê li ser tişta ku li Lîbyayê dike û em daxwaza wê ya bi cihkirina hêzên xwe li ser xaka Lîbyayê napejrînin.

Back to top button