Rûsya herikîna gaza xwezayê li ser Polonya û Bulgarîstanê birî

Piştî ku helwesta hêzên rojavayî li hemberî êrişa li dijî Ukraynayê tûd bû, Rûsya hişyarî dabû ku ew û herikîna gaza xwezayê rawestîne.
Û weke gava pêşî ev yek li dijî Polonya û Bulgarîstanê bikar anî.
Mokso weke hincet jî dibêje, ji ber ku ev herdû welat kirîna gaza bi pereyên Ruble qebûl nekirine, herikîma gazê rawestandine.

24’ê Sibatê Rûsya êrişî Ukraynayê kir.

Di serî de Amerîka, welatên Rojavayî û Yekîtiya Ewrûpa di bin navê rawestan şer cezayên giran li Mosko birîn.

Beramberî vê yekê Rûsya jî gef li wan aliyan xwar ku ew ê cezayên wan bê bersiv nemînin.

Di vî warî de jî herî zêde mijara firotina gaza xwezayî ket rojevê.

Rûsya ji ber cezyên ambargoyê eşkere kiribû ku eger bazirganî bi pereyên wan Ruble neyê kirin, ew ê firotina gazê û alavên din li ser welatên derdorê qut bike.

Yek ji mezintirîn şîrketên gaza xwezayî ya Rûs Gazpromê ragihand ku ew ê ji îro û pê ve herîkan ji bo welatên Polonya û Bulgarîstanê rawestîne.

Şîrketên pêwendîdar ên Polonya û Bulgaristanê jî biryara Moskoyê piştrast kirin.

YE: Rûsya bi rêya gazê şantajê dike

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen li dijî vê yekê bertek nîşan da û got,

Rûsya bi vê yekê şantajê dike.

Back to top button