Ji despêka salê ve 52 aktîvîst li Kolombiya hatine kuştin

Li Kolombiyayê bûyerên tundiyê naqedin.
Di nava 4 mehên destpêkê yên vê salê de 52 aktîvîst hatin kuştin ku ji bo mafên gelên xwecihî û cotkaran têdikoşiyan.

Rojnameya El Tîempo ya li Kolombiyayê tê weşandin, li ser daneyên fermî nûçeyek amade kir û ragihand ku di sala 2022’an de 52 aktîvîstên ji bo mafê gelên xwecihî têdikoşiyan hatin kuştin.

Hate ragihandin ku ji kesên hatine kuştin 4 jê aktîvîstên jinin.

Li vî welatî ku ji sala 2016’an ve bi FARC’ê re peymana aştiyê hatiye mohrkirin.

Li ser xaka gelên xwecihî, gelek komên çekdar hewl dide serwer bibin.

Li van qadên ku komên çekdar kokaînê diçînin, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên gelên xwecihî têdikoşin.

Di vê têkoşînê de jî aktîvîst dibin hedefa mafyaya narkotîkê û komên çekdar.

Par li herêmên navîn û rojhilat ên vî welatî di bûyerên tundiyê de 145 aktîvîst hatibûn kuştin.

Back to top button