Blinken: Îran di nava çend hefteyan de madeya çekên nukleerî dikare dest bixe

Hemwextî nîqaşên şereke nukleerî tê kirin de, Îran jî di vî warî de lez daye xebatên xwe.
Wezîrê Karên Derveyê DYA Antony Blinken got;
Tahran ya 3 salin ji peymana nukleerî derketî gihiştiye wê astê ku ji bo bidestxistina madeya nukleerî dema wê ji salekê daxistiye çend hefteyan.

Antony Blinken beşdarî rûniştina butçeyê ya Komîteya Têkiliyên Derve ya Senato ya li ser budçeya sala 2023’an bû.

Blinken di rûniştinê de bersiva pirsên li ser peymana nukleerî ya bi Îranê re da.

Wezîrê Karên Derveyê DYA di mijara Îranê de, rêveberiya berê ya welat tewambar kir û wiha got:

Vekişîna ji peymana Plana Çalakiyê ya Hevbeş (OKEP) ku di sala 2015’an de bi Îranê re hatibû îmzekirin û stratejiya zexta herî zêde li ser Tehranê berovajiyê hêviyên ku bernama nukleerî ya Îranê gelek derbas bû, encam da.

Blinken teqez kir ku vegera li bernameya peymanê rê li ber Amerîka negirt ku zextê di mijarên din de, ser Tahranê pêk bîne.

Her wiha îşaret bi wê yekê kir ku gefa leşkerî wê bibe sedem ku Îran bernameya xwe ya nukleerî derbasî bin erdê bike.

Back to top button