Tirkiye ji bêçareriya xwe bang li Amerîka û NATO`yê dike

Dewleta Tirk ji bêçariya xwe, bang li Amerîka û NATO`yê kir ku pêwîste rolên berbiçav girêdayî geşedanên li Idlibê bilîzin.

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk, Hulusî Akar, piştî civîna wezîrên parastinê yên NATO’yê bi hempêşiyê xwe yê Amerîkayê Mark Esber re hevdîtin çêkir.

Paşê Hulusî Akar daxuyaniyek da got ku divê Amerîka û NATO`yê rolên mezintir girêdayî pêşketinên dawîn li Idlibê bilîze.

Her wiha ev daxwaza Aka jî piştî têkçûna danûstandinên Rûsya-Tirkiyê û nakokiya mezin di navbera rejîma Sûrî û Tirkiyê de, tê.

NAVENDA HIMÊMÎMÊ:
SERKEFTINÊN ARTÊŞA SÛRÎ LI IDLIBÊ, HIŞT KU HERÊMEKE BI EWLE PÊK WERE

Li aliyeke din jî, Rêveberê Navenda Himêmîmê ya girêdayî wezareta Parastina Rûsyayê, Yûrî Bûrînkûv, bi riya daxuyaniyekê wiha got:

Serkeftinên artêşa Sûrî li Idlibê, hişt ku herêmeke bi ewle li gorî hevpemana Sûçiyê pêk were û ew jî piştî ku Tirkiyê erkên xwe yên di vî warî de pêk neanî.

Back to top button