Li Efrînê talankirina li dijî xwezayê didomin

Li Efrîna dagirkirî kirinên hovane yê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê didomin.
Li navçeya Şêrawayê ji aliyê çeteyan ve 650 darên hinaran hat birîn.

Li gor ANAH’yê ku xwe spartiye çavkaniyan ji navçeya Şêrawayê raghand:

Çeteyên bi navê Firqet El Hemzat, li gundê Eyn Dara 650 darên hinaran birîn..

Da ku bikin êzing û bazirganiyê pê bikin.

Darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hemkiro yê ji gundê Gurzêlê yê Şêrawayê ye.

Back to top button