Bertekên li dijî êrişan zêde dibin.
Li Şehba, Heleb, Reqa û kantona Cizîrê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.
Beşdaran peyama berxwedan û tekoşînê li dijî êrişan dan.
Şêniyên kantoan Efrîn-Şehba li bajarokê Til Rifetê li dijî êrişan meşiyan.
Di çalakiyê de, êrişên dewleta Tirk şermzarkirin û hate gotin, wê gelê herêmê bi hevgitina xwe hemû planên dijmin pûç bikin.
Xelkên Helebê jî li dijî êrişên li ser herêmê û kirinê li diî jinên Efîrnê meşiyan.
Xelkên kantona Reqayê jî li dijî êrişan li qadan bûn.
Xelkên Reqa diyar kirin ku ew ê li rex hêzên leşkerî xaka xwe biparêzin.
Çalakiyên konê parastina desketiyan li Girkê Legê di roja 2’an dewam dike.
Di çalakiyê de, peyama berxwedan û tekoşînê li dijî êrişan hate dayîn.
Li Çilaxa çalakiya kon di roja 2’an dewam dike.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçer bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê şermezarkirin.
Xelkên katona Hesekê jî li bajar 3 konê çalakiyê vedan.
Xelkên Hesekê eşkere kirin ku ew ê saziyên xwe û xaka xwe biparêzin.