Artêşa Niştimanî a Lîbya , 2 dronên Tirkî anîn xwarê

Li Lîbyayê, şerê dewleta Tirk ranaweste û Artêşa Niştimanî 2 dronên Tirkî li asmanê welêt anîn xwarê.

Ji bo pêşîgirtina çekên Tirkî jî, YE operasyona xwe ya çavdêriyê da destpêkirin.

NY jî, ji bo dîsa pêvajoya siyasî li Lîbyayê bide destpêkirin, ketiye tevgerê.

Berdevkê artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî, duh êvarî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku “parastina asmanî 2 dronên Tirkî anîn xwarê.

Drona yekem li baregeha Eqeba bin Nafi’ û ya duyem li başûr-rojhilatê Terablusa paytext li derdora Eyn Zarayê bû.

Di şerê li Lîbyayê de, çeteyên dewleta Tirk pir xwe dispêrin dronên Tirkî û vê dawiyê û tevî agirbesta qaşo ji bo Coronayê hatibû ragihandin, gelek êrîş li rojavayê Sêrt û rojhilatê Misratayê pêk anîne.

“YE” dest bi operasyona çavdêriya qdexekirinê dike

Ji bo hewşandina van çekan bo Lîbyayê jî, Sêşema borî, YE operasyonek bi navê Eiríni dabû destpêkirin.

Pêr jî, di civîna Konseya Ewlekariyê de, Almanya li ser zimanê welatên YE, kêfxweşiya xwe bi destpêkirina vê operasyonê anî ziman.

Ev operasyon, wê rê li ber derbasbûna çekan bo Lîbyayê bigire û li Deryaya Spî çavdêriyê bike.

“NY” ji bo pêvajoya siyasî dixebite

Her diçe, şerê Lîbyayê ku dewleta Tirk aliyekî wê yê sereke ye, aloztir dibe.

Ji bo dîsa danûstandinên aştiyê werin destpêkirin, NY di nava tevgerê de ye.

Duh, berpirseke NY li ser zimanê, Sekreterê Giştî António Guterres ragihand ku “ew ê nûnerekî nû bo Lîbyayê diyar bikin”.

Xesan Selame, Hezîrana 2017an weke nûnerê NY li Lîbyayê hatibû erkdarkirin.

2yê Adarê jî, ji ber astengkirina pêvajoya siyasî li Lîbyayê, xwe ji kar da lî.

Hingê, Rojnameya La Croix a Fransî, ev istifa li destwerdanên dewleta Tirk li Lîbyayê vegerand, ku her û her Enqere çek û çeteyan dişîne û biryarên qedexekirina çekan li vî welatî binpê dike.

Back to top button