DR. Ciwan Mistefa: Tirkiye, nexweşên Coronayê derbasî Serê Kaniyê dike

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk nexweşên vîrûsa Coronayê, dibe nexweşxaneyeke Serê Kaniyê.

Dr. Ciwan anî ziman ku, “dewleta Tirk dixwaze vîrûsê derbasî herêmên wan bike, ku ev jî bixwe sûcek e”.

“Dewleta Tirk a dagirker, nexweşên bi vîrûsa Coronayê ketine, derbasî nexweşaneya Roj a Serê Kaniyê, dike.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ev yek ji aliyê xwe ve piştrast kir.

Dr. Ciwan diyar kir ku dewleta Tirk navendeke çavdêriya tendurstiyê li vê nexweşxaneyê amade kiriye.

Li gorî Dr. Ciwan, eger li herêmê rewşeke bi vîrûsê derkeve, wê derfetên wan tune bin û nikaribin pêşî libelavbûna wê, bigirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê anî ziman ku dewleta Tirk bi vê yekê dîsa sûcan dike.

Ne bi vê tenê, lê belê 7’ê Nîsanê, Artêşa Tirk, termê kesekî ku bi vîrûsa Coronayê, miribû derbasî Sûriyê kir.

Ev yek ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî hat teqezkirin.

Dewleta Tirk penaberê Sûrî yê bi navê Ebduselam Hac Îsa, di dergeha Bab El-Selam re derbas kir û li gundê Teltana yê Navçeya Exterîn ya Helebê veşart.

Berî niha jî hat ragihandin ku, dewleta Tirk penaberên Sûrî yên bi vîrûsê ketine, derbasî herêmên li jêr dagirkirya xwe kirine.

Ne tenê bi van kirinan, lê belê bi êrîşên xwe li dijî herêmê û tevî banga agirbestê ya “NY” û qutkirina ava stasyonê Elok, plana xwe ya belavkirina vîrûsê li nava herêmê piştrast dike.

Jixwe Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, ji bo vê yekê hişyariya xeteriya belavbûna vîrûsa Coronayê li Sûriyê dabû.

Back to top button