Cenazeyê 39 qurbaniyên Fermana 3’yê Tebaxê radestî malbatên wan hatin kirin

Cenazeyê 39 qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, gihiştin Şengalê û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di demên borî de li Şengalê gorên komî hatibûn vekirin û ji bo diyarkirina nasnameyên wan, xebat hatibûn keşandin.

Duh saziya tiba edlî ya Bexdayê bang li malbatên qurbaniyên destê DAIŞ’ê kir da ku cenazeyê 39 kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin werbigrin.

Her 39 cenazeyên nasnameya wan hatin diyarkirin, ji Bexdayê veguhestin Şengalê.

Cenaze bi tevlîbûna sedan kesî, li seytereya Em Şibabîk ya di navbera Telehfer û Şengalê de, bi merasîmekê li gorî çanda Êzidiyan hatin wergirtin.

Back to top button