Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 113 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 6 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 113 kesên din li herêmê bi vîrûsa Corona ketin û 6 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê, eşkere kir jî ku li beramberî van pêketî û qurbanan, 25 kes jî ji vîrûsê baş bûn.
Bi vê yekê, li giştî herêmê heta niha 6 hezar û 591 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 957 kes baş bûne û 178 jî mirine.