Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê jineke kuştî hate dîtin

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê jineke kuştî di erebeyekê de hate dîtin.

Çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê gotin, şêniyên gundê Qocman jineke kuştî di erebeyekê de dîtin.

Çavkaniyan diyar kirin ku  jina kuştî di erebeyekê  “Sentafee” rengê zîv de bû û di nava zeviyên çandinî yên navbera gundên Qocman û Qurbê yên Cindirêsê hate dîtin.

Agahiyên derbarê nasnameya jinê de nehatin zanîn.

Back to top button