Li herêmên hikûmeta Şamê mirina 2 kesan û pêketina 23 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê ragihand ku li welêt 23 kesên din bi Vîrûsa Coronayê ketin û 2 jî mirin.
Bi vê yekê re hejmara kesên bi vîrûsa Coronayê ketine bû 650.
Her wiha heta niha 38 kes bi vîrûsê mirin û 191 kes jî baş bûne.
Li sernserî cîhanê jî heta niha zêdeyî 16 milyon kes bi vîrûsê ketine û herî kêm 649 hezar kes jî mirine.