Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 40. de didome

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ên bi pêşengiya jinan bê navber dewam dikin. Di roja 40’î de jî li gelek bajaran gel bi dirûşmeyan careke din li qadan bûn. Li aliyê din heta niha di êrişên hêzên rejîma Îranê de 234 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ên bi pêşengiya jinan di roja 40. de didome.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê bîlançoya nû ya qurbaniyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî Rêxistinê di êrişên hêzên rejimê de heta niha 234 kes hatine kuştin, ji wan 29 zarokin.

Li aliyê din rejîma Îran li her derê xetên înternetê û telefonan jî qut kirine.

Di êrişên rejîma Îranê de 234 kesan jiyana xwe ji dest dane

Lê tevî hemû zext û êrişan jî gel li qadan li ber xwe didin.

Di serê sibehê de li Sine, Mahabad, Merîwan, Bokan û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatiyan deriyê dikanê xwe venekirin û neçûn ser kar.

Li gelek bajarên Îranê jî karker neçûn ser kar û zextên rejîmê ya li ser gel şermezar kirin.

Li Tehran, Esfehan, Erak, Meşhed û gelek bajarên din jî gel careke din bi dirûşma “Bimre dîktator” li qadan bûn.

Bi heman armancê li gelek zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hezaran xwandekaran careke din bi banga azadiyê rejîma Îranê pirotesto kirin.

Li gelek zanîngehan jî xwandekaran di meşa xwe de dirûşmeyên dijî rejîmê berzkirin.

Her wiha li hin deveran jî xwandekaran çalakiya rûniştinê li darxistin û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” tevlîbûna dersan pirotesto kirin.

Back to top button