Hezaran kesî li Seqizê serdana gora Jîna Emînî kirin

40 roj bi ser qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re derbas bûn. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo çilrojiya Jîna Emînî gel berê xwe dane bajarê Seqizê. Bi hezaran kes bi dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” li goristanê beşdarî bîranînê bûn. Hêzên rejîmê jî ji bo astengkirinê di nava tevgerê de bûn.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hezaran kesî ji bo çilrojiya Jîna Emînî gel berê xwe dane bajarê Seqizê.

Bi heman armancê duh bi şev di çarçoveya amadekariyên ji bo çilrojiya Kuştina Jîna Emînî de, hejmarek kesayetên navdar û çalakvan ji bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûn Seqizê.

Lê hêzên rejîma Îranê ji bo asteng kirina wan hêjmareke zêde ya leşkerî li derdora hotelê bi cih kirin û destûr derketina wan nedan.

Lê di serê sibehê de welatiyan guh nedan qedexeyên hêzên rejîmê û berê xwe dane goristana ku gora Jîna Emînî lê ye.

Di demeke pir kurt de hezaran kes li wir bi hêrseke mezin li hev civiyan.

Li ser gora Jîna Emînî gel dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qêriyan û rejîma îranê şermezar kirin.

Her wiha bi hezaran kes bi dirûşmeyan daxwaza azadiya xwandekar û mamostayan kirin.

Li aliyê din li bajarê Seqizê li gelek deveran piştî astengiyan di navbera hêzên rejîmê û welatiyan de şer derket.

Back to top button