“Bêdemgiya hêzên navnetewî dike xizmeta dewleta Tirk”

Hevserokê Meclisa Reveber a Tebqayê Mezlûm Omer banga avakirina komîteyek navneteweyî ji bo hesabpirsîna ji dewleta Tirk kir.

Mezlûm Omer destnîşan kir ku dewelta Tirk di aliyê aborî û leşkerî de îflas kiriye û got :

“Nemaze piştî ku derbên giran li Zap, Metîna û Avaşînê xwarin.

Dewleta dagirker tevî ku çekên kîmyewî bi kar tîne jî, nikare gavekê pêş de biçe.

Dewleta Tirk di nava bêdengiya hêzên navneteweyî de çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne..”

Mezlûm Omer tekez kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî dikeve xizmeta dewleta Tirk û wiha domand :

Mezlûm Omer banga avakirina komîteyek pispor kir

Ev bêdengî nîşan dide ku hêzên navneteweyî di qirkirin û komkujiyên li ser gelê herêmê de hevkar in.”

Divê aliyên têkildar komîteyeke pispor ava bikin ji bo hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirse ..

Back to top button