Qamişlo-Asayîşê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek li dar xist

Hêzên Asayîşê li bajarê Qamişlo operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ’ê li dar xist. 

Çavkaniyên Leşkerî ji mere ragihandin ku Asayîşê li bajarê Qamişlo operasyonek li dar xist.

Operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk hat û têde jimarek zêde ji çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Çavkanî da zanîn ku jimarek ji çeteyên ku hatine girtin ji navçeya Til Hemîsê reviyan e.

Hêjayî bîrxistinê ku QSD’ê jî operasyonek li Til Hemîs, Til Birak û Holê daye destpêkirin.

Û îro ev operasyon an ku operasyona ‘Birûska Cizîrê di roja 5’an de dewam dike.

Back to top button