Fermandarekî QSD’ê: Em amade ne bersiva her êrişan bidin

Ji fermandarên QSDʹê yên li eniya Eyn Îsayê Ezîz Xirbîsan da zanîn ku QSDʹê amade ye bersiva her êrişekê bide.

Ezîz Xirbîsan diyar kir ku dewleta Tirk rojane eniyên Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dike û got :

“Dijmin bi van êrişên xwe dixwaze navenda navçeya Eyn Îsayê dagir bike..

Rojane tevgerên zêde yên dagirkeran li eniyan hene.

Dijmin dixwaze gundên li ser rêya navneteweyî dagir bike..”

Ezîz anî ziman ku QSDʹê amade ye bersiva her êrişeke li ser herêmê bide..

Artêşa Tirk di vê dawiyê de giraniya êrişên xwe daye gundên rojavayê Girê Spî û rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê.

Di van êrişan de moşek, tank, top, obîs, bombeavêj û balafirên şer ên bê mirov tên bikaranîn.

Back to top button