Rêveberiya Xweser pêdiviyên milyonek koçber peyda dike

Rêveberiya Xweser tevî dorpêçê jî pêdiviyên milyonek koçberan peyda dike..
Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed têkildarê vê yekê got:
“Rêveberiya Xweser dê destek û xebatên pêwîst li gorî derfetên xwe ji koçber û penaberan re pêşkêş bike.”

Rêveberiya Xweser tevî dorpêçê, ambargo û êrişên dagirkeriyê pêdiviyên milyonek koçber û penaberan peyda dike.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed têkildarî mijarê axivî..

Şêxmûs Ehmed dibêje :

Bi sed hezaran koçber li herêmê hene..

Ev koçber di encama şerên di navbera hikumeta Şamê û komên terorîst de revîne û xwe spartine herêmê. ”

“Hêza Rêveberiya Xweser sînordar e “

Der barê astengiyên ku Rêveberiya Xweser dikişîne dî Ehmed got:

“Hêza Rêveberiya Xweser sînordar e ku pêdiviyên wan koçber peyda bike.

Mixabin rêxistinê mirovî û yên NY’î piştgiriyê nadin.

Hejmara kampên ku Rêveberiya Xweser pêdiviyên wê peyda dike, 16 de ne.

Mixabin NY`yê tenê 5 kampan qebûl dike ..

“Girtina deriyên sînor azarên koçberan zêde dikin”

Ehmed bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Til Koçerê û got:

“Şert û mercên heyî, êrişên dewleta Tirk kar û xebatên Rêveberiya Xweser asteng dikin ..

Ji ber wê koçber û penaberên di nav kampan de ji ber nebûna alîkariyan zehmetiyan dikişînin.”

“Divê dewlet welatiyên xwe yên di kampan de vegerînin”

Ehmed bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên di nava kampan de vegerînin ..

Şêxmûs Ehmed dawiyê tekez kir ku Rêveberiya Xweser xebatên pêwîst li gorî derfetên xwe ji koçberan re pêşkêş bike ..

Back to top button