Hiqûqnas û oldarên li Tebqa û Şehbayê destnîşan kirin ku dewleta Tirk li herêmê sûcên şer dike..
Serokê Nivîsgeha Komeleya Al El Beyt a Tebqayê Şêx Ednan Ilêwî dibêje :
“Armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî herêmê zindîkirina DAIŞ`ê ye.
Hedefgirtina navendên xizmetguzariyê, binesaziya herêmê di tu olan de nayê qebûlkirin.”
Endamê Yekitiya Parêzeran a Tebqayê Ebdulhemîd El Xemrî jî têkildarî heman mijarê axivî.
El Xemrî got :
“Tiştê dewleta Tirk dike qirkirina komî ye..
Li gorî qanûna divê bê cezakirin.”
Melayê Mizgefta Ebudllah Bin Ebas a li navçeya Til Rifetê Şêx Nîdal Mihemed jî dibêje:
“Çiqas topbarana dewleta dagirker li dijî herêmê dewam bike jî, em dev ji berxwendanê bernadin..”
Xelîl Menan jî bang li rêxistinên hiqûqî, îslamî û navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin..