Mezlûm Ebdî: Di hevdîtinên yekîtiyê de gavên dîrokî û erênî tên avêtin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî her wiha têkildarî xebatên Yekîtiya Kurdî jî axivî û ew bi gavên dîrokî û erênî pênasa kir. Ebdî teqez kir ku wê encamên wê mayînde û dirêj bin û divê gel jî destkeftiyên xwe yên 9 salan bi serkeftinê tacîdar bike.

Xebatên avakirina Yekîtiya Kurdî ku bi destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî dest pê kiriye dewam dikin.

Mezlûm Ebdî ji hevdîtina xwe ya bi ANHA’yê re behsa xebatên Yekîtiyê jî kir û anî ziman ku di hevdîtina yekîtiyê de, gavên dîrokî û erênî tên avêtin..

Mezlûm Ebdî bawer dike ku wê ev hevdîtin bi peymaneke dîrokî bi encam bibin û ev peyman dê demdirêj û mayînde be.

Ebdî got:

“Yekîtî wê li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li tevahiya Sûriye û Kurdan bandoreke erênî çêke.

Hêzên navneteweyî û dost û gelên me yên destekê didin van hevdîtinan, divê helwesta xwe berpêş bikin.

Divê zêdetir destekê bidin vê pêvajoyê da ku encamek jê derkeve.”

“Divê em destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin”

Ebdî bal kişand ser hewldanên aliyên dixwazin fitneyê bixin navbera Kurd û Ereban jî û got:

Hem rejîma Sûriyê hem jî dewleta Tirk, dema ku hêviyên xwe yên dagirkirina herêmê bi rêya leşkerî winda kirin, dest bi derxistina van fitneyan kirin.

Helbet beriya Kurdan, gelê Ereb li dijî vê yekê sekinî û dê bisekine jî.

Ji ber ku gelê Ereb û gelên din jî dît ku pêşeroja wan di nava QSD û Rêveberiya Xweser de ye.

Divê gelê me li destkeftiyên me xwedî derkeve û destkeftiyên xwe yên 9 salan bi serkeftinê tacîdar bike.

Back to top button