Sîham Daûd: Divê PDK’ê bersiva malbatan bide û cenazeyan radest bike

Li dergeha Sêmalka 28 roj in malabatên gerîla li benda girtina cenazeyên zarokên xwe ne. Heta niha PDK’ê ne cenaze radest kirine û ne jî ti bersiv nedaye malbatan. Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Daûd û Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl daxwaz ji PDK’ê kirin ku cenazeyan radest bike. 

Ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên bi destê PDK’ê şehîd bûn, ji her alî bertek derdikevin û bang tên kirin..

Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd ji PDK’ê xwest ku bersiva daxwaza malbatan bide.

Sîham anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike ji bo wê jî ji PDK’ê xwest ku bi lîstikên wê neyê xapandin.

Sîham Dawûd diyar kir ku divê PDK ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bixebite û bi rolek erênî rabe.

Bêrîvan Îsmaîl: PDK’ê eşkere xiyanetê dike

Ji bo heman mijarê û li dijî siyasetên PDK’ê Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl jî dibêje ” PDK’ê eşkere xiyanetê dike.”

Bêrîvan Îsmaîl bang li PDK’ê kir ku ”Dev ji berjewendiyên xwe berde û li berjewendiyên gelê kurd vegere”.
û bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî kir ku li dijî siyaseta xiyanetê ya PDK’ê serî hildin.

28 roj in çalakiya konvedanê ya malbatên şehîdan li dergeha Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe dewam dike.

Back to top button