Li Idlib û Helebê 2 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Di navbera hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên Tikriyê de şer dewam dike. Herî dawî 2 leşkerên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand “2 endamên hêzên hikumeta Şamê yek li eniya Marat Mûxis  a gundewarên Idlibê û yê din jî li eniya Besretûn a gundewarên Helebê; bi guleyên çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.”

Çavdêriyê ragihand ” Şevê din jî ji ber hêzên hikumeta Şamê hewl dan mayînan li eniya Besretûn a gundewarên rojavayê Helebê deynin, çeteyên dewleta Tirk kombûna hêzên hikumetê topbaran kir.

Hêzeke leşkerî ya mezin şand gundearê Babê yê dagirkirî

Li aliyekî din, çavdêriya ragihand hêzên hikumeta Şamê bi desteka balafirên Rûsyayê hêzeke leşkerî ya mezin şandin gundewarên bajarê Babê yê dagirkirî.

Çavdêriyê eşkere kir ev hêz ji tank, moşekavêj, cebilxaneya leşkerî û lojistîk pêk tên û ber bi eniyên Til Rihal, Digilbaş û Til Zoyan ên li nêzî bajarê Babê ve hatin şandin.

Back to top button