Duran Kalkan: Helwesta hêzên cîhanî li hemberî doza Kurd, siyaseta qirkirinê ye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Duran Kalkan dibêje “dewleta Tirk û hevalbendên wê yên cîhanê qirkirina Kurdan weke rêya parastina berjewendiyên xwe dibînin.” Kalkan diyar kir ku helwesta neyênî ya li dijî doza gelê Kurd siyaseteke gerdûnî ye û got; “Di bingeha vê siyasetê de qirkirin heye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan der barê stratejiyên NATO, Amerîka û Ewrûpa yên têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk, bersiv da pirsên ANF’ê.

Kalkan diyar kir ku zêdebûna êrişên dawî yên dewleta Tirk li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê temamkirina hewldana qirkirina gelê Kurd e û wiha got:

Armanca êrişên dagirkeriyê, tunekirina hebûna Kurdan û bicihanîna siyaseta qirkirinê ye.

Rêjîma Tirk a faşîst dizane ku tenê bi êrişên qirkirinê yên li dijî Bakurê Kurdistanê nikare encamê bi dest bixe, yanî nikare Kurdan qir bike.

Lewma dibêje, qirkirina Kurdan here serî, divê êrişî çar parçeyên Kurdistanê bike.

Bê goman ev êriş ji pêkanîna planên hêzên serdest ne qut e.

Li gel vê, Kalkan anî ziman du armancên bingehîn ên van êrîşan hene û ev armanc wiha vegotin:

A yekemîn; Qirkirina Kurdan.

Yanî armanca esasî ya êrişên dagirkeriyê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê, tunekirina hişmendî, îrade, rêxistinî, destketiya Kurdên azad e.

Ji xwe dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê ji qirkirina çandî heta komkujiyên fîzîkî, her tiştî dike.

Bi rêya van êrişan tê xwestin ku îradeya Kurd ê azad bê şikandin, destketiyên Kurdan bê tunekirin, statuyên Kurdan ên li Başûr û Rojava ji holê rakin.

Ji xwe kirinin li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê li pêş çavan e.

Êrişên dagirker ên li dijî Heftanîn, Metîna, Zap, Bradostê jî bi heman armancê têne kirin.

Armanca duyemîn jî ew e ku Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike û bi vî awayî xeyala “Osmaniya Nû” pêk bîne.

Duran Kalkan di vî warî de bal kişland ser piştgiriya hêzên cîhanî ji bo siyasetên dewleta Tirk û wiha bi dawî kir:

Amerîka û NATO piştgiriyê didin êriş û siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan.

Wek tê zanîn sînorên ku îro dewleta Tirk parastina wan dike, di şerê cîhanê yû duyemîn de ji aliyê Amerîkayê ve hate pejirandin û NATO jî weke hêza bicihanîna van sînoran weke berpirsiyar hat erkdarkirin.

Lewma serweriya mêtinger û qirker a dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ji aliyê van hêzan ve nayê redkirin.

Back to top button