REWŞA KAMPÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BARÊ RÊVEBERIYA XWESER GIRAN DIKE

Kampên li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê barê Rêveberiya Xweser giran dike, ji ber ku rêxistinên mirovî erkên xwe paşguh dike.li aliyekî din Rêveberiya kampan amadekariyên vegera hejmarên mezin ji koçberan ji bo warê xwe bi dawî kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina bi hezaran kesên ku ji ber şerên li Sûriyê rû dane û penaberên Iraqê, direvin gelek kamp ava kirin.

Piştî operasyonên rizgarkirinê yên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê, Hejmara koçberan di nav kampa Holê de gihaştiye zêdetirî 72 hezar koçber.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletên cîhanê kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê ku ji zêdetirî 50 dewletan ne werbigirin.

Rêveberiya Xweser bi tevahiya derfetên xwe hewl dide pêdiviyên jiyanî yên pêwîst ji wan koçberan re peyda bike mîna av, xwarin û xebatên tenduristiyê. Tevî parastina ewlehiyan wan.

Ev yek zextek mezin li Rêveberiya Xweser ava dike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetirî 120 rêxistin ku Buroya Rêxistinan tevahiya hêsaniyan jê re pêşkêş dike hene.

Lê Rêveberiya Xweser di demek berê de diyar kir ku asta alîkariyên ku van rêxistinan ji koçberan re pêşkêş dike nagihêje atsa ku tê xwestin û bi rêjeya ji sedî 30 ji pêwîstiyên koçberan derbas nake.

Rêveberiya Xweser bi dawiya meha Remezanê re li gorî biryara komxebata êlan a ku li Eyn Îsayê hatî lidarxistin, 800 kes ji kampên Reqa û Tebqa derxistine.

Hevserokê Komîteya Karûbarên Koçber û Penaberan Şêx Mûsa Ehmed diyar kir ku lîsteyên navên bi hezaran koçberan ji herêmên Dêrazor û Minbicê amade kirine da ku wan vegerîne warên wan.

Hejmara koçberan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî serjimariyên dawîn ên Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê derdora 210 hezar in û di nav 15 kampan de belav bûne.

Leave a Reply

Back to top button