Parêzgarê Hesekê, Nûredîn Ehmed bi rêveberên herêmên Serêkaniyê, Qamişlo û Dêrikê,
Di heman demê de jî navçeyên Çilaxa û Holê re civiya.
Ev civîn piştî derketina biryarên erkdarkirina wan hate lidarxistin.
Parêzgar bi xêrhatina rêveberên nû kir û serkeftin di erk û berpirsiyariyên wan de ji wan re xwest.
Nûredîn Ehmed bal kişand ser girîngiya xebata hevpar, xizmeta hemwelatiyan û bilindkirina karîgeriya karê rêvebirî ku li gorî berjewendiya giştî were pêkanîn.
Parêzgar Nûrdîn Ehmed diyar kir ku divê rêveber li qadê amade bin, guh bidin daxwaz û pêdiviyên gel,
Birêvebirina dosyayan zûtir bikin û bi hevkariya aliyên peywendîdar re ji bo çareserkirina pirsgirêkan bixebitin, da ku asta xizmetên ku li herêm û navçeyan têne pêşkêşkirin baştir bibe.
Her wiha destnîşan kir ku qonaxa bê pêwîst dike ku hewildan leztir bibin û prensîbên zelalî û berpirsiyariyê bêne xurtkirin,
Da ku bersiva hêvî û daxwazên hemwelatiyan bê dayîn û performansa saziyên hikûmetê baştir bikin.



