SIYAMEND MOÎNÎ: LI ÎRANÊ KURD DIKARIN JI GELEK TEVGERAN RE PÊŞENGTIYÊ BIKIN

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî diyar kir ku yekîtiya di nava hêz û aliyên Rojhilatê Kurdistanê girîng e û got: îro ji bo Kurdan derfetekî guncav û zêrîn heye, ji bo ku bikarin bigihin hêvî û armancên xwe.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî têkildarî, rewşa Rojhilatê Kurdisatnê û aloziya di navbera Îran û Emerîkayê de ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Moînî diyar kir ku Îran di qonaxek ambargoya aborî de ye û di rewşek neasayî de derbas dibe û got:

Ev rewş encama siyaseta 40 salan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye, ku hemû netewe û dewletên derdorê bikevin jêr metirsiya desthilata siyaseta Komara Îslamî ya Îranê .

Siyamend Moînî têkildarî rewşa Kurdan di aloziya Îranê de jî got:

“Li herêmê Kurd faktora bingehîn in.

Li gorî nêrîna min, li Îranê Kurd hêza herî bi rêxistinkiriye.

Di vê çarçoveyê de li Îranê Kurd dikarin ji gelek tevgeran re pêşengtiyê bike.

Girînge di warê siyasî, rêxistinî û warên din de yek deng bin”.

Siyamend Moînî têkildarî amedekariyên wan ji rewşa li Îranê jî got:

“Ji bo hemahengiya zêdetir a di navbera hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê me projeyek 10 xalî pêşkêş kiriye. Ji bo vê projeyê jî me serdana piraniya partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Li gorî me divê hêzek nîştimanî hebe ku destkeftiyên azadî biparêzin”.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî herî dawî balkişand ser yekrêziya Kurdan û wiha domand:

“Niha qonaxekî hestyar derketiye pêş û divê partî ji vê hestyariyê li bar çavan bigirin.

Gav ji bo aştî û lihevnêzîkbûna û têgihîştina hevdu bavêjin .

Lewma girînge di pêvajoya nû de bibin mînake”.

Leave a Reply

Back to top button