DR.MIHEMED NÛR MÛSELÎ: KESÊN TEMEN MEZIN, ZAROK Û NEXWEŞ DO NAVBERA SEET 1 Û 4 DERNEKEVIN DERVE

Îsal werza Zivistanî li herêman Bakur û Rojhilatê Sûrî bi barîna baran zêde cude ji salên berê bû .

Diyar e werza Havînî jî bi germahiya xwe dê cuda be.

Li bajarê Qamişlo jî ji germahiya zêde şêniyên bajêr ji bo xwe ji germê biparêzin şêwazên cûda bikar tînin. Şênî bi paçên şil, kum, karton, sîwan û desmalên spî xwe ji tavê diparêzin.

Li bajarê Qamişlo di van rojên dawî de pileya germê gihişt 46 pileyan.

Li gor texmînên pisporan dê di her du mehên pêşiya me de pileya germahiyê dê ji 50’yê derbas bike.

Şêniya bajarê Qamişlo Habîbe Osman ku 65 saliye tekildarî germahiyê diyar kir ku çawa barana îsal zêde bû wê germahî jî zêde bibe û got:

Di germê de dev û pozê min zûwa dibin.

Ez her tim bi xwe re şûşeya avê digerînim û dema germahiyê de avê li ser, rû û pozê xwe dikim.

Tekildarî bandoriya germahiyê li ser tendûristiya mirovan endamê Yekîtiya Bijîşkan û Bijîşkê hindirîn Dr.Mihemed Nûr Mûsellî şêniyên herêmê hişyar kirin û got:

Nexweşên ku nexweşiya dil, kezep, tansiyon, şekir, penceşêr û jinên dûcanî divê dernekevin ji derve.

Ev kes divê ji saet 13.00 heya 16.00 dernekevin derve.

Kesên ku derdikevin ji bo rûyê xwe û serê xwe ji tavê biparêzin divê krêma tavê, kum, desmal, şemsiyê bi kar bînin û liber sihê bimeşin.

Dr. Mûsellî anî ziman ku kesên ji germehiya zêde bandor dibin divê yekser wan bibin ber sehê, cilên wan jêbikin bi hewaya sar û avê laşê wan hînik bikin.

Leave a Reply

Back to top button