Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarê wê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ehmed El-Nemir bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.
Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ehmed El-Nemir bi nasnav Ebû Nemir 26’ê Hezîranê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana El-Hikumiye ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Sivîl a Reqayê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.
Girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayîkan de oxirikin.



