WEZARETA DERVE YE IRAQÊ KOKMKUJIYA KORTEKÊ ŞEREMZAR KIR

Bertek û nerazîbûn li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başurê Kurdistanê ji hikûmeta Iraqê jî derket.
Wezareta Derve ya Iraqê komkujiya Kortekê bi daxuyaniyekê şermezar kir û got:
“Divê dewleta Tirk bi lezgînî bombebaranên xwe rawestîne”.
Her wiha 52 parlementerên Iraqê jî daxwaz kirin parlamento li ser dagirkeriya dewleta Tirk bicive.

Dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka başurê Kurdistanê êdî ji aliyê her kesî ve tê şermezar kirin.

Vê carê jî hikûmeta Iraqê ji bêdengiya xwe derket, êrîş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got:

“Tevî ku Iraq li gel peywendiyên xwe yên bi Tirkiyê re bi israre, di heman demê de jî li dijî her bûyerekê ku welatên cîran li nava xaka Iraqê pêk tîne ye.

Bombebarana Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraq û berevajiyê bingehên cîrantiyê ye.

Herwiha binpêkirina hemberî yasaya navnetewî ye”.

52 PARLAMENTERÊN IRAQÊ DAXWAZ KIRIN KU PARLAMANTO BICIVE

Li aliyê din komek ji parlamenterên Iraqê daxwaznameyek ji Serokê Parlamentoyê re şandin.

52 parlamenteran bi îmzeyan xwestin parlamento li ser mijara binpêkirina serweriya xaka Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve bicive.

Parlamenteran di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de gotin:

“Divê Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Karên Hindirîn di rûniştina parlamentoyê de amade bibin.

Ji bo parlemento li ser pirsgirêk û binpêkirinên artêşa Tirk ên li ser xaka Iraqê bigihêje çareseriyeke rasteqîn”.

Leave a Reply

Back to top button