Ji bo vê rojê, daxuyanî ji aliyê TEV-DEM û YPJ’ê ve hatin dayîn. TEV-DEM’ê diyar kir ku dewleta Tirk ku bi DAIŞ’ê nikaribû bigîhije armancên xwe îro bi gef û êrişan dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê-YPJ jî piştrast kir çawa YPG-YPJ û şervanên Enternsyonalîst DAIŞ’ê têk birin wê îro jî serçete Erdogan têk bibin.
Îro 1’ê Mijdarê, roja Kobanê ya Cîhanî ye..
Bi vê boneyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
TEV-DEM’ê lehêngên YPJ-YPG’ê bi bîr anîn û diyar kir ku Berxwedana Kobanê xeyalên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ku dixwastin dewleta” Xîlafetê” ava bikin têk bir.
TEV-DEM’ê piştrast ku dewleta Tirk ku bi DAIŞ’ê nikaribû bigîhije armancên xwe, îro bi gef û êrişan dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne.
Dawiya daxuyaniya xwe TEV-DEM’ê bang li hemû ku hêzên demokratîk, rêxistinên hiquqnas û kurdan kir ku li dijî gefên Tirkiyê seknekî cîhanî nîşan bidin.
YPJ: Bi rihê Kobanê em ê serçete Erdogan têk bibin
Ji bo heman rojê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê-YPJ jî daxuyaniyek weşand.
YPJ’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Keç û xortên bajarê Kobanê li hember hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê bi vînek mezin li ber xwe dan û têkoşiyan.
Her wiha diyar kir ku li Kobanê careke din yekbûna gelê Kurd pêk hat û hestên mirovahiyê li hemberî hêzên desthilatdar û dagirker bûn yek.
YPJ’ê li ser gefên erdogan ên îro jî piştrast kir “Çawa YPG-YPJ û şervanên Enternsyonalîst DAIŞ’ê têk birin wê îro serçete Erdogan jî têk bibin.”