Netanyahu: Îran bakurê Qibrisê ji bo terorê bikar tîne

Îsraîl ji rewşa welatiyên xwe yên li Qibrisê bifikare.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got; Îran Qibrisa Bakur ji bo “armancên terorîstî” bikar tîne.

Benjamin Netanyahu ragihand ku wan ji bo pêşîgirtina li êrîşa li dijî welatiyên Îsraîlî û Cihûyên li Qibrisê, alîkariya rêveberiya Qibrisa Başûr kirine.

Netanyahu got; Servîsa Îstixbarata Derve ya Îsraîlê Mossad, ji bo pûçkirina êrîşê alîkariya rayedarên Komara Qibrisê kir û îdia kir ku fermana êrîşê ji aliyê Îranê ve hatiye dayîn.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku piştî şerê ji 7’ê Cotmehê ve, planên wiha zêde bûn.

Netanyahu got;

Îsraîl ji ber bikaranîna Îranê ya Qibrisa Bakur “hem ji bo armancên xwe yên terorîstî û hem jî wekî herêmeke operasyon û derbasbûnê” aciz bûye.

Rojnameya Kathimerini Qibrisê nivîsî ku 2 welatiyên Îranî bi hinceta li giravê plan kirine ku êrîşî welatiyên Îsraîlê bikin hatin binçavkirin.

Ajansa nûçeyan a Alman dpa, li ser agahiyên ku ji derdorên hikumeta Qibrisê bi dest xistin, ragihand ku ev kes wê bêne dersînorkirin.

Back to top button