Asayişa PDK’ê çalakvanek ji mala wî revand

Berpirsê Rêxistina 18’yê Sibatê Regez Kemal ragihand, îro di saetên sibehê de çalakvan û rexnegir Barzan Îsmaîl ji aliyê asayişa PDK’ê ve hat revandin.
Kemal diyar kir ew ê rêxistinên peywendîdar yên navnetewî ji revandina çalakvan agahdar bikin.

Berpirsê Rêxistina 18’yê Sibatê Regez Kemal têkildarî revandina çalakvan û rexnegir Barzan Îslamîl daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Îro li bajarokê Kelekçî, bêyî ku wî pêşwext agahdar bikin, hêzek mezin ya ewlekariyê ya ser bi PDK’ê bi ser mala Barzan Îsmaîl de girtin û ew revand.

Barzan Îsmaîl li ser fermana Asayişa Duhokê hatiye revandin û biryare ber bi Asayişê Duhokê ve bê birin.

Regez Kemal diyar kir ku divê Barzan Îsmaîl demildest bê berdan û ewê rêxistinên peywendîdar yên navnetewî ji revandina çalakvan agahdar bikin.

Back to top button