Komxebata Navenda Lêkolîna Stratejîk a Rojava bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de banga derxistina dewleta tirk ji bakurê Sûrî bikin û ji ber sûcên ku kirine were darizandin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) bi nave “Qirkirina nîjadî û guhartina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê”komxebatek lidar xist.
Komxebat bi beşdariya 115 nûnerên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, pispor û akademîsyenên qadên mafên mirovan û qanûnên navdewletî pêk hat.
Di komxebata ku bi encamnameyekê bi dawî bû de ev xal hatin rêzkirin.
– Raporên belgekirî, hejmara qurbaniyên sivîl û pinpêkirinên derheqê sivîlan diyar dikin ku dewleta Tirk û çeteyên wê mafên mirovan û zagonên navneteweyî, bi awayekî metirsîdar binpê dikin.
Ji bo wê jî divê rêxistinên navnetewî bi berpirsyariya xwe rabin û sûcdaran ceza bikin.
– Teqezkirina civaka navneteweyî li ser rêkeftin û peymanên navnetewî û pêkanîna wan, dihêle ku fişareke bibandor li ser dewleta Tirk çêbibe da binpêkirinên xwe li ser herêmê rawestîne.
– Ji dewletên ku misogeriya rêkeftinên agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine tê xwestin ku bihêlin dewleta Tirk êrîşa li ser herêmê rawestîne, dagirkeriyê bi dawî bike.
– Divê saziyên Netewîn Yekbûyî bi erka xwe rabin û vîna siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî hemû xebat û kongreyên girêdayî qeyrana Sûriyê bikin.