Di encama şerê 5 rojên dawî yê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê li Çolistana Sûriyê de, 37 leşker û 15 çete hatin kuştin. Li gundewarên başûrê Idlibê jî, leşkerî hikumeta Şamê hat kuştin.
Li çolistana Sûriyê, şer û pevçûn navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî rojane li dar in.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bîlançoya kuştî û birîndarên şer û pevçûnên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ’ê yên 5 rojên dawî li Çolistana Sûriyê, ragihand.
Li gorî navendê, endamekî Hizbullahê di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê li ser navendeke wan de hat kuştin.
Li Rojavayê gundewarê Reqayê jî, 3 çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Bi giştî di şerê 5 rojên dawî yên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê li Çolistana Sûriyê de, 37 leşker û 15 çete hatin kuştin.
Leşkerekî hikumeta Şamê li Başûrê Idlibê hat kuştin
Şerê navbera çeteyên din ên Tirkiyê û hêzên hikumetê, li Idlibê jî her diqewime.
Li gorî heman çavkaniyê, li gundewarên başûrê Idlibê, şerekî dijwar navbera herdu aliyên navborî rû da û di encamê de leşkerekî hikûmetê li nêzî eniyên M’ert Mûxûs hat kuştin.
Li Cebel El-Zawiyê ya Idlibê û Sehil El-Xab a Hemayê jî, şer û pevçûnên çete û hêzên hikumetê li dar in.
Hemwxtî van êrîşan jî hat ragihandin ku Tirkiyê ji 7 nuqteyên xwe yên li bakur-rojavayê Sûriyê vekişiyaye, lê Çavdêriya Sûrî ev yek derewand.