Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê de teqîn rû da û herî kêm 3 leşker mirin

Li Sakaryayê, li wesayiteke ku alavên fîşekên hewayî tê de bûn teqînek pêk hat. Herî kêm 3 leşker mirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Sakaryayê Ekrem Yuce diyar kir ku ji ber teqînê du kes mirine.

Lê belê demeke kurt beriya niha Waliyê Sakaryayê Kaldirim bi daxuyaniyekê got,

“Teqîn di dema veguhastinê de pêk hat” û 3 kes mirine, 6 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku 5 ji birîndaran jenderme ne.

Herî dawî diyar bû ku heta niha 3 leşker mirine û 11 jî birîndar bûn.

Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê di encama teqîna 3’ê Tîrmehê de ku li febrîqeya fîşekên hewayî 7 kes miribûn.

Her wiha zêdeyî 100 kes birîndar bûbûn.

Back to top button