Dewleta Tirk 120 penaberên din li Girê Spî bi cih kirin

Desthilata dewleta Tirk a dagirker beşeke din a penaberên sûriyî ji Tirkiyê derxistin û şandin kantona Girê Spî ya dagirkirî.
Bi wê re hejmara penaberên ji Tirkiyê di vê mehê de hatine derxistin, derket 320 penaberan.

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê spî, ragihand ku dewleta Tirk a dagirker îro bi rêya deriyê sînor 120 penaberên sûriyî radestî polîsa leşkerî kir, ji bo ku wan li malên koçberan bi cih bike.

3’ê Îlonê jî, dewleta Tirk a dagirker 200 penaberên sûrî ji Tirkiyê ber bi herêmên dagirkirî yên Sûriyê ve şandin.

Bi wê re hejmara penaberên ku di Îlonê de heta niha ji Tirkyê hatine derxistin gihaşt 320 penaberan.

Dewleta Tirk a dagirker di meha borî de, hezar û 493 penaber li kantona Girê Spî bi cih kirin.

Hejmara penaberên ji Tirkiyê hatine derxistin gihaşt 25 hezar û 280 penaberî.

Back to top button