Jinên Kurd di bin banê YJA Star artêşa xwe avakirin

Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di kesayeta şehîd Bêrîtan de xeta berxwedanê didomînin û li pey şopa wê dimeşin. Jinan di bin banê YJA Starê artêşa xwe avakirin û misyona parastina jinên kurd hilgirt ser milên xwe.

Pêngava 15’ê Tebaxê ku weke guleya yekem derbasî dîrokê bû, serhildan û berxwedan derxist holê.

Pêşengên têkoşîna azadiya jin di vî warî de xwedî roleke girîng bûn û bingeha artêşbûnê danîn.

Bingeha artêşêşbûna jinê li ser fikrê Rêber Apo, pêwîstî hat dîtin ku rêxistinbûn û artêşbûna jinê bê avakirin.

Bêguman beriya artêşbûnê jî hêjmarek zêde ya hevalên jin beşdarî tevgerê bibûn.

Artêşbûyîna jin di nava ARGK’ê de gavek pir girîng bû.

Di salên 90’ê de beşdariya jinê ya serhildanan û gerîla de hişt ku serketinên netewî zêde bibin.

Şerê Başûr ê di sala 1992’an de bi pêşengiya şervana azadiyê Bêrîtan, bi hêza têkoşîna jinê hat meşandin.

Di şerê dijwar ê Başûr ku ji hêla PDK-YNK’ê ve hat pêşxistin, şehîd Bêrîtan bi berxwedana xwe ya mezin bersiv da xeta teslîmkar û xiyanetê.

Rêber Apo, ji bo vê têkoşîn û kedê bigîhîne asta herî jor a rêxistinkirî, di sala 1993’an de biryara artêşbûna jin da.

Ji wê demê ve yekîne û tabûrên xweser ên jinan çêbûn.

Damezrandina tevgera jin, di mijara azadiya jinê de mohra xwe li binê pêngavên nû da.

Li ser vê bingehê di sala 1995’an de pêngavek nû avêt û yekemîn kongreya jinê ya netewî damezrand.

Piştî kongreya sêyemîn, di bin sîwana ERNK’ê de, Yekîneyên Jin ava bûn.

Ev yekîne di sala 1987’an de bi navê YJWK ( Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê) xwe bi rêxistin kir.

8’ê Adara 1995′ an de YAJK (Yekîneya Azadiya Jinên Kurdistan) hat ragihandin.

8’ê Adara 1998’an de bi pêşengîtiya ‘Jin jiyanê biafirînin’ Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jin ragihandin û bi vê re pêvajoyek nû dest pê kir.

Artêşa ku bingeha xwe ji çalakiya Bêrîtanê digire, di sala 2004′ an de navê xwe guhert û bû YJA-STAR (Yekîneyên Jinên Azad ên Star).

Rêxistinên ku jinên Kurd di çarçoveya parastina cewherî de avakirine YJA-STAR , YPJ’ê li Rojava, YJŞ’ê li Şengal, YPS-JIN li Bakur û YJRK’ê jî li Rojhilat in.

Back to top button