Di nava mehê de li rojhilatê Afrîka baran neyê, bi milyonan kes wê bircî bimînin

Li Afrîka bi derbasbûna demê re zuhabûn her diçe xwe dide der. 9 rojên zehmet li pêşiya Afrîkayê ne. Ger di nava van rojan de, li rojhilatê Afrîka baran neyê, wê bêtirî 28 milyon kes bi birçîbûnê re rûbirû bimînin.

Çavê rojhilatê Afrîka li jorêye.

Ji bo wan tenê 9 roj dem maye.

Ger baranek ji asîman li rojilatê welat axa zuha şil neke wê krîzeke mirovî ya birçîbûnê derbikeve.

Rêxistina Mirovî ya Oxfam ku navneda xwe li Londonê ye li ser mijarê daxuyaniyek da.

Rêxistinê diyar kir ku ger civaka navneteweyî li dijî ziwabûna ku ev 2 sal in li welatên Rojhilatê Afrîkayê bandor dike tevnegere wê li herêmê 28 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.

Rêvebira Oxfam Gabriela Bucher got:

“Rojhilatê Afrîkayê bi krîzeke birçîbûnê ya bi tirsnak û giran re rû bi rû ye.

Li Etiyopya, Kenya, Somalî, Sûdana Başûr û dervayî wê jî felaketeke mezin heye.

Ger baran vê mehê nebare û îro tevgerek bû wê neyê kirin, dibe ku metirsiyek ku nikarin lê vegerin pêk were.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, krîza ku ji ber şerê Rûsyayê yê li ser Ûkraynayê derketiye holê herî zêde bandor li welatên feqîr kiriye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji sedî 90’ê genimê îthalata welatên Afrîkaya Rojhilat ji Rûsya û Ûkraynayê ye.

Di salên 2010-2011’an da 44 milyon kes di rewşeke heman zehmetiyê re derbas bûbûn.

Li Somaliyê di sala 2011’an de ji ber hişkesalî û krîzê nêzî 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button