Îro Şemiyê paneleke diyalogê li navenda Sûriya Demokratîk a li Bajarê Viyenê hate lidarxistin.
Ji bo gotûbêjkirina encamên konferansa 4’emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk, panle pêk hat.
Di panelê de geşedanên dawî yên siyasî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê jî hate bibîranîn.
Di panelê de, Şêx Riyad Derar li ser encamên konferansa MSD, nexşerêya rê û rêyên siyasî nirxand.
Beşdaran jî lawazbûna medyaya cîhanê derbarê nûçeyên dagirkerî û êrişên Tirkiyê yên dijî bakur û rojhilatê Sûriyê,
Îmkana avakirina hêzeke fişarê ji bo rêgirtina li êrîşên Tirkiyê û rola hêzên koalîsyonê anîn ziman.