Cemîl Hewramî: Ger wiha here wê gelê başûr li dijî Tirkiyê çekê rake

Nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re roj bi roj zêde dibin.
Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn yê Başûrê Kurdistanê Cemîl Hewramî diyar kir ew bi her awayî li dijî şerê birakujî ye û got “ger wiha here wê gelê başûr li dijî dewleta Tirk a dagirker çekê rake.”
Nivîskar Simko Sabir jî diyar kir armanca dewleta Tirk tunekirina çand û nasnameya Kurdan e.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê çalakî û nerazîbûn zêde dibin.

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn yê Başûrê Kurdistanê Cemîl Hewramî ji ajansa Rojnewsê re axivî û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û hewldanên derxistna şerê navxweyî da.

Cemîl Hewramî diyar kir dewleta Tirk sivîlan dikuje û xwezaya başûrê Kurdistanê talan dike û dişewitîne.

Hewramî diyar kir dewleta Tirk terorîst e, ne PKK û wiha dewam kir;

“PKK li nav bajarên xwe parastina xwe dike. Gotina terorîst ya ji bo PKK’ê ji bo me nexweş e. Tirkiye xelkê medenî şehîd dixe, bax û baxçeyê xelkê dişewitîne. Ger wisa biçe, wê xelkê Başûr neçar be li dijî Tirkiyê çek rake.”

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî balkişand li ser peyamên Mam Celal Talebanî yên ji bo Bakurê Kurdistanê ku gotiye “Bakurê Kurdistanê navenda Kurdistanê ye, ger pirsgirêka Bakur çareser be wê pirsgirêka hemû Kurdan çareser bibe”.

Cemîl Hewramî derbarê hewldanên ji bo lidarxistina şerekî nava Kurdan anî ziman ku ger YNK tevlî şerê navxwe bibe, ew ê di guleya yekem de dev jê berde û diyar kir ku beşek ji biraderên wî yên nava PDK’ê jî ji vê rewşê nerazîne û li gorî wan jî nexweş e.

Nivîskar Simko Sabir: Armanca dewleta Tirk tunekirina çand û nasnameya Kurd e 

Nivîskar Simko Sabir jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk û sûcên wê yên li Kurdistanê ji Rojnewsê re axivî.

Simko Sabir da zanîn bi dirêjahiya dîrokê dagirkerên Kurdistanê li her çar parçan xwestine Kurdan bi komkujiyan tine bikin, lê nekarîne vê yekê bikin.

Nivîskar Simko Sabir got ku sûcên dewleta Tirk ji yên hemû dagirkerên din ên Kurdistanê xirabtir e, ji ber ku di yek wextî de her çar cûrên qirkirinê yên wek qirkirina çandî, fîzîkî, aborî û xwezayê dike.

Back to top button