Li Efrîna dagirkirî 5 şêniyên din ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.
Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê da zanîn ku MÎTʹa dewleat Tirk 5 welatiyên din ji Efrînê revandin.
2 welatî ji gundê Enqele yê navçeya Şiyê ne.
3 welatî jî ji Cindirêsê ne.
Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin ev in:
“Îmad Kemal Sado (44), Şiyar Mistefa Sado (20) ji gundê Enqelê ne, Mihemed Îbrahîm Mihemed (39) ji gundê Hec Îskender e, Receb Silêman Şewax (42) ji gundê Hemam ê Cindirêsê ye û Eynayet Arif Bekir (56) ji heman navçeyê ye.”