Li Pakistanê jimara kesên di teqînê de mirîn derket 87’an

Li Pakistanê, bîlançoya teqîna li mizgeftekê giran dibe. Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 87’an.
Lê hîna jî di derbarê kesên êriş pêk aniye de ti zelaliyek nîne.

Li Pakistanê êrişa terorî careke din bû sedema mirina dehan kesî.

Doh li mizgeftek a bajarê Paşawerê yê dikeve bakur-rojavayê welat teqînek bihêz pêk hat.

Piştî vê yekê li eyaleta Xeyber Paxtunxwa metirsiyek mezin çêbû.

Ajansa Reuters’ê ragihand ku jimara kesên di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dane derket 87’an û dermankirina nêzî 57 birîndaran jî didome.

Hat ragihandin ku rewşa 7 ji wan giran e.

Rêveberiya bajar bi daxuyaniyekê ragihand ku armanca êrişkaran pêkanîna komkujiyekê bû û ji ber wê di armanca wan de mizgeft hebû.

Hikûmeta Xeyber Paxtunxwa li seranserê eyaletê rojek şînê ragihand.

Rêveberê Polîsên Peşawer Mihemed Îcaz Xan diyar kir ku piştî teqînê banê mizgeftê hilweşiyaye û ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane xebatên wan didomin.

Xan got, ew bi hêzên ewlekariya herêmê û yekîneya dij-terorê re lêkolîn dikin ka çawa bombe li mizgefta ku li heman cihî ye hatiye xistin.

Kê berpirsyariya êrişê girt ser xwe?

Di vê navberê de ajansa Reutersê ragihand ku Talîbana Pakistanê (TTP) berpirsyariya êrîşê negirt ser xwe.

AP jî dibêje, fermandarê TTPê yê bi navê Sarbakaf Muhmand berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Êrîş dema ku Wezîrê Karên Derve Bilaval Bhutto Zerdarî diçû Rûsyayê pêk hat.

TTP ku di demên dawî de êrîşên xwe zêde kiriye, 28’ê Mijdara 2022’an li ser medyaya civakî ragihandibû ku agirbesta di 10’ê Gulana 2022’an de bi rêveberiya Îslamabadê re dabû destpêkirin bi dawî bûye.

Bi vê yekê re, ferman daye endamên xwe ku êrîşî hêzên ewlekariyê yên li seranserê welat bikin.

Pakistan TTP wek rêxistineke terorîst dibîne.

2022’an li Pakistanê 601 welatî di êrişên terorî de mirin

Li gorî daneyên Navenda Lêkolîn û Ewlekariyê ya Îslamabadê (CRSS) daneyên êrişên terorî ya 2022’an parve kir.

Li gorî vê;

2022’an li Pakîstanê 506 êrîşên terorîstî pêk hatin.

Di encamê de, 290 jê endamên hêzên ewlekariyê û 311 jê sivîl bi giştî 601 kes hatin kuştin.

741 kes jî birîndar bûn.

Piraniya êrîşan li herêmên sînorê Efxanistan û Pakîstanê pêk hatin.

Rêxistinên wekî TTP, Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) û DAIŞ-Xoresan berpirsiyariya piraniya van êrîşan girt ser xwe.

2022’an êrîşên terorîstî yên li Pakistanê li gorî sala berê ji jî sedî 15 zêde bûne.

Back to top button